KDC

Amedspor di Lîga Bilind a Tirkiyê de bû sêyemîn

 

Yana Amedsporê di lîstikeke bihêz û tijî guhertinan de, karî wekheviyeke bi nirx li derveyî yarîgeha xwe bi dest bixe û piştî ku bi 2 golan li paş bû, encam li hemberî yana Qasimpaşayê wekhev kir. Ev encam bû sedem ku yana Kurdî bi awayekî demkî hilkişe pileya sêyemîn a rêzbendiya Lîga Bilind a Tirkiyê (Super Lig).

Lîstik demjimêr 5:00 ê êvarê ya îro Yekşem 6-9-2026 li Stenbolê hate lidarxistin, di nîveka yekem de tevî ku Amedsporê 63% kontrola topê di dest de bû jî, Qasimpaşayê di xuleka 20an de bi riya Guven Yalçin gola pêşketinê tomar kir, di destpêka nîveka duyem de jî di xuleka 52an de, Adrian Benedyczak gola duyem ji bo xwediyê yarîgehê zêde kir û karê Amedsporê giran kir.

Xala serekî di lîstikê de piştî guhertinên rahênerê Amedsporê hat, dema ku êrîşberê Nîjeryayî Gift Orban di şûna Mbaye Diagne de hat nava lîstikê, Orban tenê 14 deqe piştî beşdarbûna xwe, di xuleka 59an de gola yekem a yana xwe tomar kir û di xuleka 83yan de jî gola duyem û wekheviyê anî.

Deqeyên dawî yên lîstikê şahidiya aloziyeke zêde bûn û navbijvan 7 kartên zer bilind kirin, ku 5 ji wan tenê li hemberî lîstikvanên Qasimpaşayê bûn, bi taybet di xuleka 90î de ku 4 lîstikvanên wê yaneyê bi hev re kartên zer wergirtin.

Amedspor bi vê wekheviyê xalên xwe gihandin 7 xalan û di pileya sêyemîn a tabloyê de bi cih bû, li piştî yaneyên Galatasarayê bi 10 xalan û Beşiktaşê bi 9 xalan, ev çaremîn lîstika Amedsporê bû di vê werzê de, ku tê de xwediyê 2 serketinan e li hemberî Erzurumspor û Trabzonsporê, ligel yek têkçûnek li hemberî Kocaelisporê û wekheviya îro ya li hemberî Qasimpaşayê.

___

Navenda Revenda Kurd Wê Webinarekê Li Ser Çavkanî Û Ramana Tundrewiyê Lidar Bixe

KDC

Holand: Navenda Rewanda Kurdistanê bi alîkariya hin komelên Kurd roja ala Kurdistanê bilind kir

KDC

Ciwanekî Kurd ji Almanyayê sîstema otobusên Hewlêr û Silêmaniyê dîjîtal dike

Karzan