KDC

Şefa Barzanî pîrozbahiyê li Kurdên serkeftî yên hilbijartina parlementoya Swêdê kir

Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregayê Barzanî, peyama pîrozbahiyê pêşkêşî wan Kurdên serkeftî kir ku di hilbijartina parlementoya Swêdê de karîne dengê pêwîst bi dest bixin û bibin parlementerên Swêdê.

Şefa Barzanî, Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî, di peyama xwe de pîrozbahiyê li wan Kurdan kir ku li ser lîsteya partiyên siyasî yên cuda bûne namzed û bi bi dest xistina dengê pêwîst serkeftin û bûne endamên parlementoya Swêdê.

Herwiha hêviya serkeftinê di parlementoya Swêdê de ji bo wan xwest û serkeftina wan jî weke cihê kêfxweşiyê ji bo Cenabê Serok Barzanî û hemû gelê Kurd wesif kir.

Namzedên serkeftî ev in:

Gurgîn Bekiroglû

Qadir Qasirga

Lawen Redar

Tala Elkurdî

Sara Gille

___

Navenda Rewanda Kurdistanî-Denîmark wê tîmeke sporê ya keçên Kurd û dibistanê veke 

KDC

Konfederasyona Revenda Beşdarê Tazîya M.Emîn BozarslanBû

Harmn

Serokê Konfederasyonê bû endamê toreke navdewletiya mezin a cîhanê

Harmn