KDC

Kolberekî Kurd Hatiye Kuştin

Li sînorê Pîranşar a Rojhilatê Kurdistanê kolberek ji aliyê hêzên ewlehiyên Îranê ve hatiye kuştin.

Şeva borî li sînorê Pîranşar a nêzikî sînorê Hacî Omeranê kolberê bi navê Mihemed Xalid Ebdullazade ji aliyê hêzên artêşa Pasdaran ve hatiye kuştin.

Mihemed Xalid Ebdullahzade (41) bavê 2 zarokan bû û hin jî cenazeyê wî nedane malbata wî.

Salane di encama gulebarandina hêzên ewlehiyên Îranê de bi dehan kolber jiyana xwe ji dest didin û birîndar dibin yan jî bi qezayên xwezayî koça dawî dikin.

___

Şandeyek Hevbeş li Swîsrê li bajarê Baselê de beşdarî 108. salvegera Qirkirina Ermeniyan bûn

KDC

Navenda Revenda Kurdistanî Li Almanyayê Serdana KOMKARê Kir 

KDC

Peyama Konfederasyona Revenda Kurdistanê bi boneya Roja Cîhanî ya Dayikan

Karzan