KDC

Macron Qala Serdana Xwe Ya Hewlêrê Kiriye

Serokê Frensayê Emanuel Macron, piştî gihîşte Parîsê li ser serdana xwe ya Hewlêrê û rola Pêşmerge ya li dijî DAIŞê twîtek belav kir.

Serokê Fransayê Emanuel Macron li ser hesabê xwe yê Twitterê li ser serdana xwe ya Kurdistanê wiha nivîsand: “Fransa tu carî pabendiya şervanên Kurd bi şerê li dijî DAIŞê ji bîr nake. Min xwest ez doh li Hewlêrê serdana xwe ya Iraqê bi dawî bikim. Nêçîrvanê hêja, spas ji bo vê pêşwaziyê.”

Piştî beşdarîkirina di Civîna Alîkariya Bexdayê de, Macron gihîşte Hewlêr a paytextê Herêma Kurdistanê û bi sê serokên Herêma Kurdistanê re kom bû û kombûneka taybet bi Serok Barzanî re saz kir.

___

Li Swêdê Berfeke Pir Bariyaye û Meteorolojiyê Hişyarî Daye

KDC

Wezareta Pêşmerge: Divê Kêşeyên Dengdanê Werin Çareserkirin

KDC

Dr. Qasimlo li ber seferatxaneya Otrîşê hat bibîranîn

KDC