Li bajarê Bonnê yê Almanyayê, Konferansa Diyaloga Kurdî (DiaKurd) bi sernavê “Diyasporaya Kurd, Hêza Trans-neteweyî û Asoyên Paşerojê” hat lidarxistin. Di konferansê de Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî, Şifa Barzanî, gotarek girîng û biha derbarê paşeroja Kurd û erkên diyasporayê de pêşkêş kir.
Ev konferans ku roja şemiyê, 12ê Hezîrana 2026an, berî nîvro bi beşdariya berfireh a mêvanan dest pê kir, piştî nîvro jî bi paneleke akademîk bi beşdariya lêkolîneran Hamid Bozarslan, Bahar Baser û Yaşar Abdulselamoglu bi moderatoriya Çinur Qadirî berdewam kir.
Şifa Barzanî, Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî, di gotara xwe ya di konferansê de spasiya amadekarên konferansê kir û ragihand ku Dîska Diyasporayê ya li Baregeha Barzanî bi armanca piştgirîkirina hemû wan sazî û rêxistinên ku bi ruhiyeteke rastîn a Kurdistanî têdikoşin, kar dike. Her wiha tekez kir ku karên Dîska Diyasporayê li ser bingeha dagirtina valahiyên dîrokî û bihêzkirina yekîtiya neteweyî, dûrî her cure hevrikiyê yan armanceke hizbî ya teng hatine avakirin.
Şifa Barzanî bi bal kişand li ser felsefeya neteweyî ya Mistefa Barzaniyê Nemir, ronahî xist ser wê yekê ku pirsa Kurd pirsa laşeke yekgirtî ye û dabeşbûna cografî û sînorên destçêkirî nikarin xebat û çarenivîsa her çar parçeyên Kurdistanê ji hev cuda bikin. Bang li hemû hêz û aliyan kir ku berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê bixînin pêşiya her cure îdeolojiyekê, da ku Kurd careke din nebin qurbaniya nakokiyên hêzên neyar.
Di beşeke din a gotara xwe de, Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî behsa guherînên bilez ên cîhanê di warên zanist, teknolojî, zîrekiya destkird (AI) û şerên modern de kir. Wî tekez li ser pêwîstiya xweguncandina revenda Kurdî bi van pêşketinên nû re kir, bi şêweyekî ku ne tenê nasname û zimanê neteweyî biparêzin, lê belê peywendiya navbera nifşê nû û yê kevin li diyasporayê ji bo berdewamiya hezkirina niştiman bihêztir bikin.
Şifa Barzanî di gotara xwe de rewşa siyasî ya parçeyên Kurdistanê şirove kir: Li Bakurê Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo pêvajoya aştiyê ragihand lê hişyarî da ser nezelaliya rêya wê; li Rojavayê Kurdistanê qurbaniyên keç û kurên Kurdan bilind nirxand û daxwaza helwesteke zelal a neteweyî kir; li Rojhilatê Kurdistanê bal kişand ser wan zextên ku pêdiviya wan bi amadekariya neteweyî heye; û li Başûrê Kurdistanê jî giringiya parastina kiyana destûrî ya Herêmê li beramberî wan zextên berdewam ên ku dixwazin wê lawaz bikin, anî ziman.
Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî gotineke Serok Barzanî bi bîr anî ku dibêje “divê kar ji bo Kurdewariyê bê kirin, ne ji bo hizbayetiyê”. Wî daxwaz ji revenda Kurdî kir ku bi ruhiyeteke yekrêziyê û bi bikaranîna rêyên yasayî û demokratîk li welatên ku lê dijîn, dengê 50 mîlyon Kurdan bigihînin navendên cîhanê û nehêlin ev derfeta dîrokî ji dest bibe.
