Di çarçoveya hewldanên xwe de ji bo nasandina ciwanên Kurd bi dîrok û kultura welatên lê akincîbûyî, Federasyona Ciwanên Revenda Kurdistanî serdaneke zanistî û meydanî bo 50 ciwanên hilgirên bawernameya Bachelor, Master û xwendekarên doktorayê bo muzexaneya (Haus der Geschichte Bonn) li bajarê Bonn a Almanyayê rêk xist.

Ev çalakî wek pêngavekê bo cîbicîkirina wan şîretan tê ku bo pêşvebirina şiyanên ciwanan li diyasporayê û têkelbûna wan bi civaka Ewropî re ji aliyê Serok Barzanî ve tekez li ser hatiye kirin.
Yad Emîn, Serokê Federasyona Ciwanên Revenda Kurdistanî, di hevpeyvîneke taybet de bo malpera Konfederasyona Revenda Kurdistanî tîşk xiste ser wê yekê ku ev proje berhema raspardeyên Serok Mesûd Barzanî ye, amaje bi wê yekê kir ku di civîna sala borî de ligel Serok Barzanî, tekez li ser wê yekê hatiye kirin ku divê ciwanên Kurd li diyasporayê cihê xwe yê guncaw di nav civaka Ewropî de vekin û bibin beşekî bi bandor li wan welatan, da ku bi wê rêyê bikaribin hem xizmetê bi wan civakan û hem jî bi doza rewa ya Kurdistanê bigihînin.

Derbarê hûrguliyên serdanê de, Serokê Federasyonê ragihand ku muzexaneya (Mala Dîrokê) li bajarê Bonnê, navendeke girîng e bo têgihiştina taybetmendiyên gelê Almanyayê û wan qonaxên dijwar ên ku piştî Şerê Cîhanî yê Duyem pê re derbas bûne, ciwanên beşdar ên ku ji herdu welatên Almanya û Holandayê kom bûbûn, ji nêz ve bi çawaniya avakirina jiyan û dewletê piştî wêraniyên şer aşna bûn, ev jî wek derseke dîrokî û kêfbexş bo têgihiştina pêşketinên niha yên Almanyayê hate hesibandin.

Ew 50 ciwanên ku beşdarî geştê bûbûn, di asteke bilind a zanistî de bûn û xwendekarên qonaxên Bachelor, Master û doktorayê bûn ku ji hemû perçeyên Kurdistanê ve li Ewropayê akincî ne, rêkxistina serdana vê hejmara zêde ya ciwanan û kontrolkirina aliyên hunerî û zanistî yên geştê karekî pir zehmet bûye, lê bi serkeftî hatiye encamdan û armanca xwe pêk aniye.

Di bernameya serdanê de û bi mebesta avakirina peywendiya civakî û hevnasîna di navbera ciwanên revenda Kurdî de, şîveke taybet hate rêkxistin, di wê civînê de, ciwanan beşdarî ahenga muzîk û şahiya Kurdî bûn, ev jî wek têkelkirina hesta neteweyî û kulturî ligel wan zanyariyên dîrokî yên cîhanî yên ku li muzexaneyê bi dest xistibûn.

