Şandeke bilind a Federasyona Revenda Kurdistanî – Kafkasyayê, serdana Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê kir.
Îro Sêşem 13.10.2026, her yek ji Remezan Seyîdov berpirsê Federasyona Revenda Kurdistanî – Kafkasyayê, Doron Bek û Cikşin Bek nûnerên Televizyona Dewleta Qirgizistanê, di du serdanên cuda de, serdana Dr. Cotyar Adil Serokê Fermangeha Medya û Zanyarî û Sasan Ewnî Wezîrê Şaredarî û Geştûguzariyê kirin û pêşwaziya wan hate kirin.

Di hevdîtinan de, behsa nasnameya neteweyan, nasandina zêdetir û pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Qirgizistanê de hate kirin. Her wiha girîngiya pêşxistina hevkariyê di warên medya û ragihandinê, geştûguzar, şûnewar û çandê de, handana veberhênanê û hevahengiya zêdetir di navbera her du aliyan de hate gotûbêjkirin.

Di beşeke din a hevdîtinan de, pêgeha Herêma Kurdistanê ji aliyê geştûguzarî û şûnewar û çandê ve ji bo şandê hate ronîkirin. Şandê jî kêfxweşiya xwe bi hevdîtinan anî ziman û tekez li ser pêşxistina hevkariya hevbeş ji bo xizmetkirina berjewendiyên her du aliyan kir.

