KDC

Belçîka çendîn kampên penaberan dadixe

Belçîkayê biryar da ku çendîn kampên penaberên ku temenê wan bin hejdeh salî re ne dadixe, ev yek jî bû sedema dilgiraniyê.

Dezgeha Fedasilê ya Belçîkayê biryar da ku 560 cîhên taybet bi zarok û ciwanên penaber dadixe. Bi vê yekê re nerazîbûna Yekîtiya Karkeran çêbû, ji ber ku nêzîkî 53 postên kar dixîne nav metirsiyê.

Fedasil kêmbûna hejmara wan zarokên penaber wek sedem nîşan dide, ku ji sala 2023’an ve hatiye dîtin. Her wiha dibêje ku beşek ji cîhan dê ji bo malbat û kesên tekane (sihêl) bêne veqetandin.

Lê belê Yekîtiya Karkeran hişyariyê dide ku ev biryar di demekê de ye ku kalîteya çavdêriya zarokên penaber û şiyanên kampên wergirtinê lawaz dike, di demeke ku Belçîka hêj rûbirûyî qeyrana cîhbûna penaberan e.

___

Rûsya: Em Afganistanê Baş Nas Dikin, Ew Nikarin Li Gorî Qanûnên Rojava Bijîn

KDC

Talîbanê Xwepêşandan Qedexe Kirin

KDC

Parlemana Ewropayê yasayeke tund ji bo dersînorkirina koçberan pesend kir; Neteweyên Yekbûyî jî hişyariyê dide

Karzan