KDC

Parlemana Ewropayê yasayeke tund ji bo dersînorkirina koçberan pesend kir; Neteweyên Yekbûyî jî hişyariyê dide

 

Parlemana Ewropayê bi piranîya dengan yasayeke nû û tund ji bo birêkûpêkkirina pêvajoya vegerandina koçberên neyasayî pesend kir. Di demekê de ku alîgirên yasayê pêşwaziyê lê kirin, lê ev biryar bû sedema bertekên tund. Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Mafên Mirovan dilgiraniya xwe ya kûr anî ziman û tekez kir ku welatên Ewropayê nikarin berpirsiyariyên xwe yên yasayî û mirovî bixin ser milê welatên din.

Yasaya nû ya Parlemana Ewropayê bi dengên 418 parlamenteran hat pesendkirin; di beramber de 218 parlamenter li dijî derketin û 30 kesan jî deng neda. Armanca sereke ya yasayê lezkirina pêvajoya vegerandina wan koçberan e ku mafê wan ê mayînê li Yekîtiya Ewropayê tune ye. Li gorî rênimayên nû, rayedar dikarin koçberan heta 24 mehan û di hinek rewşan de hîn zêdetir desteserkirî bihêlin. Her wiha, yasa pêvajoya naskirina hevpar a biryarên dersînorkirinê di navbera welatên endam de xurtir dike û erkên nû dixe ser milê koçberan ku neçar bin bi rayedarên taybet ên pêvajoya dersînorkirinê re hevkariyê bikin.

Di berteka vê biryarê de, Volker Turk, Berpirsê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî yê Mafên Mirovan, eşkere kir ku desteserkirina kesên bêparastin, bi taybetî zarokan û şandina wan ji bo welatên sêyem, karekî pir hesas e û metirsiya mezin a binpêkirina mafên mirovan li pey xwe tîne. Navborî hişyarî da ku yasaya navdewletî destûrê nade ku tu kes bo cihekî ku metirsî li ser jiyana wî hebe were vegerandin. Wî tekez kir ku divê biryarên dersînorkirinê li ser bingeha nirxandina kesane bin û heta qonaxên îtîrazê bi dawî nebin, neyên cîbicîkirin.

Pesendkirina vê yasayê bû sedema dabeşbûneke mezin di nav parlemanê de. Fîraksîyona çepgiran diyar kir ku derbasbûna yasayê encama hevpeymaniya navbera rastgirên muhafizekar û rastgirên tundrew e. Wan hişyarî da ku dibe ku polîtîkaya dersînorkirina bikom û bikaranîna zorê li dijî koçberan dest pê bike. Manon Aubry, parlamentera çepgir a Ewropayê, roja dengdanê wekî “rojeke reş” ji bo Parlemana Ewropayê bi nav kir û ragihand: “Ev yasa dersînorkirina berfireh rewa dike û derî li ber serdegirtina malan, dibistanan û nexweşxaneyan vedike.”

Li aliyê din, alîgirên tundkirina rêkaran bi çepik û kêfxweşiyê pêşwaziyê li biryarê kirin û wekî gavek ji bo kontrolkirina dosyeya koçberan nirxandin. Giorgia Meloni, Serokwezîra Îtalyayê, bi germî pêşwaziyê li dengdanê kir û ew wek “gaveke dîrokî” wesif kir ku rê li ber vegerandina bilez a wan kesên ku mafê mayînê li Yekîtiya Ewropayê tune ne, vedike.

Wekî beşek ji sîstema nû, yasa destûrê dide welatên endam ku peymanan çêbikin ji bo avakirin û bikaranîna “navendên vegerandinê” li derveyî sînorên Yekîtiya Ewropayê, da ku koçberan heta dema dersînorkirinê li wir ragirin. Ev gav di demekê de tên ku niha tenê nêzîkî %20ê biryarên dersînorkirinê yên biyaniyan tên cîbicîkirin. Ev rêjeya kêm di dema borî de bû sedema fişareke zêde ji bo tundkirina yasayan. Komîsyona Ewropayê ji salekê berê ve hewl dida rênimayên nû amade bike da ku hejmara dersînorkirinê zêde bike, ku di dawiyê de tevî nerazîbûna beşek ji parlamenteran û rêxistinên mafên mirovan, proje bû yasa.

___

Federasyona komeleyên Kurdistanî li Siwîd şewtinanina dezgehên giştî şermezar dike

KDC

Bombek Bi Çekdarên Heşda Şebî Ve Teqiya

KDC

cihgirê serokê konfedrasyona rewanda Kurdistanê beşdarîyê di semînarekê de bike

KDC