KDC

Konfederasyon pirtûkek li ser diyasporayê çap dike

Pirtûka “Çîrokên Rastîn ên Diyasporayê” bi zimanê Kurdî û Îngilîzî tê çapkirin û belavkirin.

Pirtûka “Çîrokên Rastîn ên Diyasporayê”, ji aliyê rojnamevan Şaxewan Ekrem Dukanî ve hatiye amadekirin û ji aliyê Rêxistina Çepik ve hatiye komkirin û rêkxistin û bi piştgiriya Konfederasyona Revenda Kurdistanî, bi zimanê Kurdî û Îngilîzî hatiye çapkirin.

Pirtûk komek çîrokên rastîn ên kesên diyasporayê dihewîne, ku behsa ezmûna koçberiyê, zehmetiyên jiyanê, xweragirî û gihîştina bi serkeftinê dikin. Pirtûk bi jimareya sipardinê 2655 a sala 2026an ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Pirtûkxaneyên Herêma Kurdistanê ve rizamendî jê re hatiye dayîn.

Pirtûk digihîje pirtûkxaneyên Herêma Kurdistanê û weşana wê ya Îngilîzî jî ji bo pirtûkxaneyên Holandayê, Almanyayê, Belçîkayê, Brîtanyayê û çend welatên din tê şandin. Herwiha biryar e Rêxistina Çepik, pirtûkê di 21ê Kanûna Pêşîn de, di merasîma Şeva Yeldayê de li bajarê Den Haag a Holandayê, bêberanber belav bike.

Herwiha bername ji bo belavkirina wê di konferanseke neteweyî ya diyasporayê li Almanyayê û merasîmekê li Hewlêr û Silêmaniyê hatiye danîn.

Li gor plana weşanxaneyê, bergê duyem a pirtûkê jî, ku çîrokên kesayetiyên serkeftî pêktê, di bernameyên pêş de dê bê belavkirin.

___

Serok Barzanî: Rûbirûbûna encamên xirab yên Lozanê ne tenê li ser milê gelê Kurdistanê ye

KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanî Peyamek Di 43. Salvegera Wefata Mele Mistefa Barzanî De Weşand 

KDC

Navên şehîdên Kurdistanê di şoreşa Şêx Seîd pîran

KDC