Pirtûka “Çîrokên Rastîn ên Diyasporayê” bi zimanê Kurdî û Îngilîzî tê çapkirin û belavkirin.
Pirtûka “Çîrokên Rastîn ên Diyasporayê”, ji aliyê rojnamevan Şaxewan Ekrem Dukanî ve hatiye amadekirin û ji aliyê Rêxistina Çepik ve hatiye komkirin û rêkxistin û bi piştgiriya Konfederasyona Revenda Kurdistanî, bi zimanê Kurdî û Îngilîzî hatiye çapkirin.

Pirtûk komek çîrokên rastîn ên kesên diyasporayê dihewîne, ku behsa ezmûna koçberiyê, zehmetiyên jiyanê, xweragirî û gihîştina bi serkeftinê dikin. Pirtûk bi jimareya sipardinê 2655 a sala 2026an ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Pirtûkxaneyên Herêma Kurdistanê ve rizamendî jê re hatiye dayîn.

Pirtûk digihîje pirtûkxaneyên Herêma Kurdistanê û weşana wê ya Îngilîzî jî ji bo pirtûkxaneyên Holandayê, Almanyayê, Belçîkayê, Brîtanyayê û çend welatên din tê şandin. Herwiha biryar e Rêxistina Çepik, pirtûkê di 21ê Kanûna Pêşîn de, di merasîma Şeva Yeldayê de li bajarê Den Haag a Holandayê, bêberanber belav bike.
Herwiha bername ji bo belavkirina wê di konferanseke neteweyî ya diyasporayê li Almanyayê û merasîmekê li Hewlêr û Silêmaniyê hatiye danîn.
Li gor plana weşanxaneyê, bergê duyem a pirtûkê jî, ku çîrokên kesayetiyên serkeftî pêktê, di bernameyên pêş de dê bê belavkirin.

