KDC

Du Kolber Hatine Birîndarkirin

Li sînorê bajarê Baneyê du kolber bi gulebarana rasterast a Hêzên Pasdarên Îranê birîndar bûne.

Li gorî Saziya Mafên Mirovan Hengawê, Pasdarên Îranê roja Sêşem a 31ê Tebaxa 2021an li sînorê Hangejalê Baneyê gule li Kolberan reşandine û di encamê de 2 kolber birîndar bûne.

Navê kolberên ku hatine birîndarkirin ev in: Behmen Kerîm Pena yê Baneyî û Arman Resûl ê Bokanî yê ku ji bo dermankirinê birine Nexweşxaneya Selahaddîn Eyûbî û rewşa tenduristî ya Behmen Kerîm Pena ne baş e.

___

Endamê Komîteya Giştî ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî ji bo konferansa Pijîşkî hat vexwendin

KDC

Daxuyaniya Konfederasyona Revenda Kurdistanî ya derbarê diyalog û lihevkirina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikûmeta Sûriyeyê de

Harmn

Navenda Rewanda Kurdistanê-Wolfsburg ji bo piştgiriya xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanek li darxist 

KDC