Şefa Barzanî, Serperştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, roja 11ê Mijdara 2026an, bi rêya Nivîsîngeha Diyasporayê peyameke sersaxiyê ji bo koça dawî ya nivîskar û siyasetmedarê Kurd, Xwedê jê razî Necdet Buldan pêşkêşî malbata wî kir.
Di peyamê de, Serperştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî digel derbirîna xem û kovan û hevxemiya kûr ji bo malbata Buldan û kesukar û dostên koçkirî, rolê Xwedê jê razî bilind nirxandiye ku di tevahiya jiyana xwe de bi pênûs û helwesta neteweyî, xizmeteke hêja ji doza gelê Kurdistanê û ji edeb, hizr û siyaseta Kurdistanî re kiriye. Herwiha tekez kiriye ku koça dawî ya Necdet Buldan ziyaneke mezin e ji bo gelê Kurd û tevgera rewşenbîrî û neteweyî, ji Xwedayê mezin jî xwestiye ku cihê wî bihuşt be û hedar û aramiyê bide malbat û dostên wî.
Naveroka peyamê:
Ji bo malbata hêja ya Necdet Buldan
Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Bi xemgînî û kovaneke mezin ve, me nûçeya koça dawî ya nivîskar û siyasetmedarê Kurd, xwedê jê razî Necdet Buldan bihîst.
Em sersaxî û hevxemiya xwe ya kûr pêşkêşî malbata Buldan, kesukar, heval û hogirên we dikin.
Xwedê jê razî Necdet Buldan, di tevahiya jiyana xwe de bi pênûs û helwesta xwe ya neteweyî, xizmeteke hêja ji doza gelê Kurdistanê, ji wêje, raman û siyaseta Kurdistanî re kir. Koça dawî ya xwedê jê razî windakirineke mezin e ji bo gelê me û ji bo tevgera me ya rewşenbîrî û neteweyî.
Em ji Xwedayê Mezin dixwazin ku cihê wî behişt be, û hedar û aramiyê bide malbata we ya birêz û hemû nas û dostên we.
Şefa Barzanî
Serperiştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanê
Li Baregeha Barzanî
11.11.2026


