Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi boneya ragihandina Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê, peyameke pîrozbahiyê belav kir û piştgiriya xwe ji bo têkoşîna siyasî û demokratîk li wê perçeya Kurdistanê dubare kir.
Îsmaîl Kamil, Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî, di peyameke ku di 10ê Mijdara 2026an de belav kiriye de, diyar kiriye ku armanca sereke ya vê hevbendiyê parastina mafên bingehîn ên neteweyî û çarenûsa neteweya Kurd e, da ku bibe xwedî statuyeke neteweyî û siyasî. Di heman demê de tekez li ser piştgirîkirina têkoşîna siyasî û demokratîk kiriye ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê.
Avakirina Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê ya bi navê Hevbendî, di encama konferanseke neteweyî de bû ku roja 7ê Mijdara 2026an bi beşdariya hejmarek partî û rêxistinên siyasî yên Bakurê Kurdistanê û 170 kesayetiyên serbixwe li bajarê Amedê hate lidarxistin, paşê di roja 9ê heman mehê de û di konferanseke rojnamevaniyê de, pêkanîna vê çarçoveya siyasî û hilbijartina encumeneke 51 kesî bi fermî hate ragihandin.
Naveroka peyamê:
Em Damezrandina Yekîtiya Netewî ya Kurdistanê HEVBENDÎ yê Pîroz Dikin
Me xebara xweş di çapemeniya kurdî de bihîst ku damezrandina Hevbendî ya Neteweyî a Kurdistanê ji aliyê partî, rêxistin û kesayetên Kurdistanî ve li Bakûrê Kurdistanê hatiye ragihandin.
Armanca sereke ya Hevbendî yê ew e ku li Kurdistanê mafên bingehîn ên neteweyî û çarenûsa Neteweya Kurd bê parastin, û xwedî statûyeke netewî û siyasî bin
Em wek Konfederasyona Revenda Kurdistanî, piştgiriya xebata siyasî, demokratîk li Bakûrê Kurdistanê dikin ku mafên xwe yên netewî û demokratîk bi dest bixin.
Bi vê mebestê em carek dî damezrandina Yekitiya Netewî ya Kurdistanê HEVBENDÎ yê pîroz dikin.
Îsmaîl Kamil
Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî
10.11.2026

