Malbata hêja ya Xwedêjêrazî Doktor Refîq Sabir
Bi xemgînî û kovaneke mezin, me nûçeya koça dawî ya helbestvan û rewşenbîrê mezin ê gelê me, Doktor Refîq Sabir, bihîst.
Doktor Refîq Sabir ne tenê helbestvan bû, lê dengekî zindî yê welatparêziyê û kesayetiyek diyar a diyasporaya Kurdistanê bû. Koça wî ya dawî, ziyaneke mezin e ji bo edebiyat û çanda Kurdî ku bi hêsanî nayê dagirtin.
Em li Nivîsîngeha Ragihandina Konfederasyona Revenda Kurdistanê, sersaxî û hevxemiya xwe ya germ pêşkêşî we, kesûkar û dostên we dikin. Em ji Xwedayê mezin daxwaz dikin ku hedarê bide her kesî û koçkirî bi bihuşta berîn şad bike.
Nivîsîngeha Ragihandina Konfederasyona Revenda Kurdistanê
29ê Nîsana 2026
