Mister Kurd, berpirsê Nivîsîngeha Têkiliyên Navneteweyî yên Konfederasyona Revenda Kurdistanî, beşdarî forûmeke navneteweyî li Parlamentoya Romanyayê bû, ku li Buxareşta paytext hate lidarxistin, tê de xwest ku piştgiriya cîhanî ji bo çareseriya aştiyane ya pirsa Kurd li Rojhilata Navîn bê kirin.

Forûm roja 13ê Mijdara 2026-an, bi organîzekirina Partiya AUR û bi beşdariya şandeyên ji zêdetirî 50 welatan, li Parlamentoya Romanyayê di bin navê «Nêrîn, Nasname û Perwerde» de ji bo sê rojan hate lidarxistin.
Rehîm Reşîdî, her wiha ji Koma Parêzgeran a Parlamentoya Ewropayê ECR xwest, ku Kurdistanê bixin nav Komîteya Dostaniya xwe û daxuyaniyek ji bo piştgiriya çareseriya aştiyane ya pirsa Kurd û pêgeha yasayî û destûrî ya Herêma Kurdistanê belav bikin. Her wiha tekez li ser rola Herêmê di parastina kêmîneyên olî û neteweyî de, bi taybetî Xiristiyanan, kir û gotina Serok Mesûd Barzanî di dema êrîşên DAÎŞê de anî bîra wan: «Malên xwe terk nekin. Em bi hev re dijîn û bi hev re jî dimirin».
Pêşniyarên nûnerê Konfederasyonê bi pêşwaziyeke germ a amadebûyan re rû bi rû man û endamên Parlamentoya Ewropayê sozê dan, ku bi kiryar hewl bidin pêşniyaran bicîh bînin.
Hêjayî gotinê ye, di hevdîtinên wî yên bi parlamenter û siyasetmedarên beşdar re, Reşîdî girîngiya têkoşîna Pêşmerge li dijî terorîzmê, çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê û girîngiya parastina Herêma Kurdistanê ji bo ewlehiya herêmê û cîhanê anî ziman.

