KDC

Daxuyaniyek ji Konfederasyona Revenda Kurdistanî bo Kurdistaniyên Diyasporayê

​Kurdistaniyên Têkoşer ên Niştecîhên Diyasporayê
​Di demekê de ku neteweya me di dîrokeke tijî êş û koçberiyê de derbas bû, welatên Ewrûpa, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Kanada, Avustralya û li seranserê cîhanê, hemêza xwe ya mirovdostane ji gelê me re vekirin û bûn penagahek ewle da ku di bin sêwana yasa û demokrasiyê de jiyaneke serbilindane ava bikin. Em di Konfedrasyona Revenda Kurdistanî de, bi navê hemû Kurdistaniyên diyasporayê, spasî û rêzgirtina xwe ya bêpayan bo gel û hikûmetên wan welatan dubare dikin, ji ber ku gelê Kurdistanê hemî demî bi xwedîderketin û spasiyê ve dinêre li wan dergehên ku di rojên dijwar de ji wan re hatine vekirin.
​Îro, tevî wan kêşe, astengî û rakêşiyên ku li beşek ji welatên Ewrûpayê derketine holê, em daxwazê ji hemû hevniştimaniyên xwe yên li diyasporayê dikin ku bi bilindtirîn asta hişyariyê reftarê bikin. Li ser hemû tiştan re jî, pabendî destûr, yasa û rêzikên wan welatan bin û bi ti awayî neçine ser pêla wan alozî û xirabûnan yên ku çêbûne. Rola Kurdistaniyan hemî demî parêzeriya aştî, aramî û şaristaniyê bûye, lewma baştirîn nîşandana spasiya me bo welatên xwedîmal ew e ku em bibin beşek ji parastina ewlehî û serweriya yasayên wan, ne ku bibin beşek ji aloziyan.

​Konfederasyona Revenda Kurdistanî
23.10.2026

___

Nûnertiya Konfederasyonê beşdarî 10emîn Festîvala Fîlm û Hunera Kurdî li New Yorkê bû

Xelan

Tahir Hewramî pêşwazîya grûpa dostanîya Kurd û Almaniya kir 

KDC

Guhertin di sîgorteya tenduristiyê ya Almanyayê de ku revenda Kurdî jî li xwe digire

Karzan