Parlamentoya Almanyayê di gaveke nû de biryarek ji bo ji nû ve rêkxistina xercên sîgorteya tenduristiyê pejirand, ku rasterast bandorê li ser jiyana rojane ya niştecihên welat û bi taybet revenda Kurdî ya li wir dike.
Ev biryar piştî gotûbêjeke germ di nav parlamentoyê de hat pejirandin û ji bo ku bikeve warê cîbicîkirinê de, pêwîstiya wê bi erêkirina dawî ya Encûmena Federal heye.
Li gorî biryara nû, nexweş divê beşekî zêdetir ji lêçûna derman û dermankirinan hilgirin ser milê xwe, wekî mînak, mîqdara pereyê pêşîn ji bo kirîna dermanan ji dermanxaneyan ku berê di navbera 5 bo 10 Euro de bû, niha bilind dibe bo 7.5 heta 15 Euroyê, di heman demê de alîkariyên darayî yên hikûmetê ji bo çêkirin û sererastkirina diranan kêm dibin.
Beşekî din ê guhertinan taybet e bi sîgorteya hevjînan, di demekê de ku berê hevjîn dikaribûn bê lêçûneke zêde di bin sîwana sîgorteya hev de bin, ji niha û şûn ve tenê ew malbatên ku zarokên wan ên di bin 12 saliyê de hene an jî çavdêriya kesekî nexweş dikin, dê ji vê biryarê bêpar bimînin, ewên ku van mercan tê de nînin, ji sala 2028’an û pê ve neçar dibin ku baceke zêdetir bidin.
Ev biryara nû ya parlamentoya Almanyayê di çarçoveya hewldanên hikûmetê de ye ji bo kontrolkirina xercên giştî û rêgirtin li kurtehênana butçeya sektora tenduristiyê, ku di van salên dawî de ji ber bilindbûna lêçûna xizmetguzariyên bijîşkî rastî zextan hatibû, ji bo revenda Kurdî jî ku beşeke berçav a niştecihên biyanî li wî welatî pêk tînin, ev guhertin wek wergereke darayî tê dîtin ku pêwîstiya wê bi planeke nû heye ji bo rûbirûbûna xercên tenduristiyê yên dahatûya wan.

