KDC

Serokê Konfederasyonê bû endamê toreke navdewletiya mezin a cîhanê

 

Serokê Konfederasyonê bû endamê Tora Navdewletiya G100 û Komîteya Birêveber jî pîrozbahiyên xwe pêşkêş kirin.

Komîteya Birêveberiya Konfederasyona Revenda Kurdistanî, bi helkefta endametiya cenabê wan ya li Tora Navdewletiya G100, pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Îsmaîl Kamil Serokê Konfederasyonê kirin.

Li çarçêweya peywendiyên navdewletî de, vê hengava mezin bi girîng dibînîn ku Kurdek bibê endamek li nav wan rêxistinên cîhanê da. Di heman demê de nîşaneke eşkere ye ku eve jî vedigere li ser xebata çalakbûn û dîblomasiyet û erkê akademîk yên Îsmaîl Kamil Serokê Konfederasyonê.

Her ji bo wê yekê, wekî destkefteke girîngê niştimanî dibînîn û hêviya serkeftinê jê re dixwazîn.

Tora G100, yek ji wan rêxistinên navdar û piledarên navdewletî ye ku peywendîdar e bi kesayetiyên mezin û bi bandor yên li warê:
• Zanistî û akademî
• Aborî û geşepêdana civakî
• Siyaset û dîplomasî
• Herwiha wekî: Wergirtiyên xelata Nobel, Parlementer, dîplomatkarên navdewletî.

Li dawî yê de, hêvîdar în ev serkeftin bibê destpêkeke baş û qonaxeke nû ya geşepêdana peywendiyên hevbeş yên ji bo avakirina toreke lobîkirina navdewletî ya Konfederasyonê.

Pîroz bê ev destkefta bilind!

Komîteya Birêveberê Konfederasyona Revenda Kurdistanî
04/06/2025

___

Nûnerê Konfederasyona Rewanda Kurdistanî-Amerîka û Kanadayê beşdarî civîna Peymangeha Zêrîn a Karên Stratejîk a Navneteweyî bû  

KDC

Ji Ber Trump, DYA Wê Bi Mîlyon Dolaran Tazmînat Bide Penaberan

KDC

Desteya rêveberiya Konfederasyona Rewanda Kurdistanî û komîteya îdarî ya navendî ya Swîsreyê li hev civiyan 

KDC