Welatiyekî sûrî yê xelkê Qamişloyê, piştî pejirandina guhertina destûrî li Parlementoya Swêdê, biryar daye ku rêkarên yasayî yên devjêberdana welatîbûna sûrî dest pê bike û tenê welatîbûna Swêdî bihêle.
Yûsif Îbrahîm ji malpera Swêdî (Kompass) re ragihandiye, ew dilgiran e ku yasaya nû rê bide standina welatîbûna Swêdî ji wan kesên ku du welatîbûnên wan hene, ew jî di rewşa sûcên giran de yan jî bi destxistina welatîbûnê bi dayîna agahiyên çewt. Ji ber vê yekê ev penaber hewl dide ku dev ji welatîbûna xwe ya sûrî berde.
Parêzer Mecîd Elnashî eşkere kiriye, ku devjêberdana bi awayekî yasayî û dawî ji welatîbûna sûrî, di bingehê de dikare rê li ber standina welatîbûna Swêdî bigire, bi şertê ku kes tenê xwediyê welatîbûna Swêdî be.
Lê belê li gorî yasaya Sûriyeyê, devjêberdana welatîbûnê pêdivî bi derketina fermaneke fermî heye û tenê pêşkêşkirina daxwaznameyê têrê nake.

