KDC

Kurdên Amerîkayê bi rêya kampanyayeke cîhanî li dijî biryara Elzeydî radiwestin û daxwaza piştgiriya Kongresê dikin

#yankurdistan_yanneman

#kurdistan

Di çarçoveya hewldanên ji bo parastina qeware û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê de, kurdên Amerîkayê bi rêya malpera change.org kampanyayeke komkirina îmzeyan li dijî biryara Elzeydî dest pê kirine. Kampanya ku ji aliyê Cîhan Brîfkanî, Şêwirmenda Konfederasyona Revenda Kurdistanî li Amerîka û Kanadayê, ve hatiye ragihandin, daxwaz ji hikûmeta Iraqê dike ku rêz li xwe birêvebirî û saziyên Herêma Kurdistanê bigire û komelgeha navneteweyî û endamên Kongresa Amerîkayê jî teşwîq dike ku piştgirî bidin mafê gelê Kurdistanê ya di diyarkirina paşeroja xwe de.

Ev kampanya ku ji roja 26ê Mijdara 2026an ve bi sernavê Rêzgirtina Xwe-Birêvebirî û Mafên Kurdistanê hatiye belavkirin, di nav du rojan de bandoreke berfireh çêkiriye û heta niha 2,603 car hatiye parvekirin û 17 şîrove li ser hatine tomarkirin, di heman demê de di her çirk û deqîqeyê de îmzeyên nû ji aliyê alîgiran ve ji bo zêde dibin.

Di daxuyaniyekê de derbarê armanca kampanyayê de, Cîhan Brîfkanî ragihand, ew wekî kurdên Amerîkayê vê çalakiyê li malpera change.org dest pê kirine, ji ber ku berê jî gelek kampanyayên wekhev li wê platformê bûne sedema guherîna qanûnan û parastina mafên welatiyan, destnîşan kir ku armanca wan a sereke derbirîna nerazîbûnê ye li hember biryara Elzeydî li ser mijara destûr û mafên kurdan, ji ber vê yekê her kesê ku vê daxwaznameyê îmze bike, piştgirî û alîkariya xwe ji bo kurdan û nerazîbûna xwe li dijî wê biryarê derdibire.

Brîfkanî tekez kir ku zêdebûna hejmara îmzeyan hêzeke mezin dide kampanyayê û ji bo hemû cîhanê îsbat dike ku ev nerazîbûna giştî ya gel e. Bi gotina wê, li welatên biyanî hê jî wekî pêwîst behsa vê mijarê nayê kirin, ji ber vê yekê ew dixwazin bi rêya vê kampanyayê dengê kurdan bigihînin medyayan û hemû cîhanê, heta ku bi berdewamî komkirina îmzeyan, hikûmetên welatên din û rêxistinên mafên mirovan zêdetir werin ser xetê û piştgirî bidin kurd û Kurdistanê.

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de, Cîhan Brîfkanî dubare kir ku saziyên hilbijartî û gelê Herêma Kurdistanê hêjayî rêzgirtinê ne, ne destwerdan û zextên neheq. Pêwîst e nakokî bi rêya rêkarên destûrî, diyaloga niyeta baş û hevkariya aştiyane werin çareserkirin, her wiha daxwaz ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, serokên Ewropayê û hevkarên wan kir ku piştgirî bidin aramî, pêkvejiyan û mafên gelê Kurdistanê.

Di heman demê de Brîfkanî banga xwe pêşkêşî welatî û dostên kurdan li Amerîkayê kir ku bi rêya navnîşana elektronîkî ya kampanyayê (https://www.change.org/respectkurdistanautonomy) îmze bikin û bi endamên her du komîteyên têkiliyên derve yên li Encûmena Pîran û Encûmena Nûneran a Amerîkayê re têkilî daynin da ku piştgirî bidin xwe birêvebiriya Kurdistanê. Brîfkanî navê 22 endamên Komîteya Têkiliyên Derve ya Encûmena Pîran diyar kir ku ew ev in: Jim Risch, Jeanne Shaheen, John Cornyn, Pete Ricketts, Dave McCormick, Steve Daines, Bill Hagerty, John Barrasso, Mike Lee, Rand Paul, Ted Cruz, Rick Scott, John Curtis, Chris Coons, Chris Murphy, Tim Kaine, Jeff Merkley, Cory Booker, Brian Schatz, Chris Van Hollen, Tammy Duckworth û Jacky Rosen, ligel du endamên Komîteya Karên Derve ya Encûmena Nûneran ku ji Brian Mast û Gregory Meeks pêk tên.

Rêkxerên vê kampanyayê ji bo piştgirîkirina daxwaza xwe bal kişandine ser cihê siyasî, îdarî û dîrokî ya Herêma Kurdistanê û destnîşan kirine ku Kurdistan xwediyê hikûmeta herêmê, serok, parlament û hêza ewlehiyê ya taybet bi xwe ye, her wiha zelal kirine ku gelê herêmê hewldaneke mezin dane ji bo avakirina civakeke avadan, pêşxistina geşedanê û parastina ziman, çand û nasnameya xwe.

Ji aliyê ewlehî û navneteweyî ve jî, di nivîsa kampanyayê de hatiye bîranîn ku gelê Kurdistanê li xetên pêş ên têkoşîna li dijî terorê û di nav wan de rêxistina DAÎŞê de rawestiyane û ligel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û hevkarên wan li Ewropa û herêmên din hevkarî kirine ji bo parastina civakên xwe û beşdarbûna di ewlehiya herêmê de.

Ji aliyekî din ve, pabendbûna bi pêkvejiyanê wekî xaleke sereke ya hêza Herêma Kurdistanê hatiye pêşkêşkirin, bi şêweyekî ku misilman, xirîstiyan, êzidî û pêkhateyên cuda herêmê wekî mala xwe dibînin û tekez kirine ku gelê wê hêjayî wê yekê ye ku bi aştî, ewlehî û azadî bijî û bikaribe paşeroja xwe diyar bikin.

 

Karzan Haedar

[email protected]

https://www.facebook.com/karzan.haedar.7

___

Daxuyaniyek ji Konfederasyona Revenda Kurdistanî bo Kurdistaniyên Diyasporayê

Karzan

Daxwazeke Navenda Revenda Kurd Ji Partiyên Kurdistanî Heye

KDC

Di nehemîn salvegera encamdana referandûma serxwebûnê de Serok Barzanî peyamek belav kir

Karzan