KDC

Bi Gulebarana Hêzên Îranê Zarokek Birîndar Bûye

Hêzên çekdar ên Îranê li bajarokê Newsûd a ser bi parêzgeha Kirmaşanê gule li otomobîlekê reşandine û di encamê de zarokek bi giranî birîndar bûye.

Li gorî raporteka Rêxistina Mafên Mirov Hengawê, şeva yekşem a 05.09.2021an hêzên çekdarên Îranê li devereka bi navê Qelwez xalên pişkinînê danîne û ji nêzîk ve teqe li rêwiyên bi otomobîl kirine.

Di ragihandina çavkaniyekî de di encama êrîşa hêzên îtlaatê de zaroka bi navê Haya Peyam ya 4 salî bi giranî birîndar bûye û ber bi navendeke tendirustiya Paweyê ve hatiye veguhestin.

___

Festîvaleke bêhempa ya jinên kurd li Londonê dîrok û huner bi hev re dihewîne

Karzan

Komîsyona Hilbijartinên Iraqê Hejmartina 13 Bajaran Ragihandiye

KDC

Karnavala St. Martîn Li Almanyayê Birêve Diçe

KDC