KDC

Qehreman Osman li Rûsyayê projeyên Baregeha Barzanî ji bo xizmeta Kurdên diyasporayê xiste rû

Qehreman Osman, Berpirsê Nivîsîngeha Şifa Barzanî, Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Diyasporayê, bi hevrêtiya Memê Memoyî, Serokê Federasyona Şingalê û Dr. Heval Mehdî Nizarkî, Berpirsê Tora Xwendekarên Kurd li Rûsyayê, du hevdîtinên cuda ligel xwendekarên Kurd û nûnerên civaka Kurdên Rojava encam dan.

Di vê hevdîtina ku li Rûsyayê hate lidarxistin de, behsa karname û çalakiyên Nivîsîngeha Diyasporayê li Baregeha Barzanî û Konfederasyona Revenda Kurdistanî hate kirin.

Mijara sereke ya gotûbêjan taybet bû bi çawaniya xizmetkirina Kurdên diyaspora û giringîdana zêdetir bi ziman, nasname û kultura Kurdî, wek beşekî girîng ji stratejiya xebata Konfederasyonê bo yekxistina şiyanên Kurdan li derveyî welat.

Amadebûyên hevdîtinê ji xwendekaran û revenda Kurdî, digel derbirîna kêfxweşî û pêşwaziya germ ji bo wan pêngavan, tekezî li ser giringiya xebat û karên Konfederasyonê kirin, her wiha soz dan ku wek beşekî çalak, piştgirî û beşdariya tevahî di proje û çalakiyên neteweyî de bikin ku armanc jê bihêzkirina pêgeha Kurdan e li Rûsyayê.

Ev cure civîn di çarçoveya hewldanên berdewam ên Baregeha Barzanî û Nivîsîngeha Şifa Barzanî de tên ji bo avakirina pireke peywendiyê di navbera niştiman û revenda Kurdistanî de li hemû cîhanê, armanc jî ji wan civîn û çalakiyan, rêkxistina navxweyî ya Kurdên diyasporayê û parastina kultura neteweyî ye li hember astengiyên derve, hevdem ligel dabînkirina piştgiriyê bo xwendekaran û revenda Kurdistanî li welatên diyasporayê.

___

Kanada: Navenda Rewanda Kurdistanî ava bû 

KDC

37 e mîn Salvegera jenosida Helebçeyê li Parlamentoya Swêd de hat Bibîranîn

Harmn

Serokê Parlamentoya Ewropayê Koça Dawî Kiriye

KDC