KDC

Kolberekî Kurd Hatiye Kuştin

Li sînorê Pîranşar a Rojhilatê Kurdistanê kolberek ji aliyê hêzên ewlehiyên Îranê ve hatiye kuştin.

Şeva borî li sînorê Pîranşar a nêzikî sînorê Hacî Omeranê kolberê bi navê Mihemed Xalid Ebdullazade ji aliyê hêzên artêşa Pasdaran ve hatiye kuştin.

Mihemed Xalid Ebdullahzade (41) bavê 2 zarokan bû û hin jî cenazeyê wî nedane malbata wî.

Salane di encama gulebarandina hêzên ewlehiyên Îranê de bi dehan kolber jiyana xwe ji dest didin û birîndar dibin yan jî bi qezayên xwezayî koça dawî dikin.

___

Serokê Fraksiyona CDU/CSU di Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê de: Divê Kurd bêtir tevlî qadên siyasî yên Rojava bibin

Karzan

LEZGÎN: Şîfa Barzanî li ser navê Kurdên diyaspora bi Senator Jack Johnson re civiya.

KDC

Referandûma Herêma Kurdistanê û xewna dewleteke kurdî ya serbixwe

Harmn