KDC

Agir Bi Kampeke Penaberan Ketiye

Agir bi kampa penaberan a li girava Samosa ya Yewnanîstanê ketiye, agirkujan bi lez xwe gihandine cihê bûyerê û hemû penaber ji kampê hatine derxistin.

Li gor medyaya wê giravê, şeva borî kampeke penaberan a li Samosê şewitiye û agirkuj zû gihandine wê derê. Penaber ji bo demeke kurt li stadyûmê hatine bicîkirin. Berpirsekî payebilind ê Wezareta Penaberan jî amade bû û çavdêriya bûyerê kir.

Tê gotin ku penaberan bi xwe agir berdane kampê ji ber ku ew nebirine kampa girtî.

Hêjayî gotinê ye ku Polîs û hêzên agirkujandinê li ser bûyerê lêkolîn dikine.

___

Ji bo we hêjayan re webinarek li se rola mediayê li dar dixin

Harmn

Peyama pîrozbahiyê ya Şefa Barzanî, Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî bi boneya yekxistina hêza Pêşmerge

Karzan

Êşa Robskiyê Nayê Ji Bîrkirin

Harmn