KDC

Peyama pîrozbahiyê ya Şefa Barzanî, Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî bi boneya yekxistina hêza Pêşmerge

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Cenabê Serok Mesûd Barzanî, Rêberê neteweyî û sembola berxwedana gelê Kurdistanê

Rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê

Rêzdar Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Rêzdar Qubad Talebanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Pêşmergeyên qehreman û bêhempa yên Kurdistanê

Malbatên serbilind ên şehîdan û cemawerê têkoşer ê Kurdistanê

Bi dilxweşiyeke mezin ve, bi navê xwe û hemû Kurdistaniyên diyaspora, germtirîn pîrozbahiyan pêşkêşî cenabê we û hemû xelkê Kurdistanê dikim, bi boneya vê pengava dîrokî ya mezin ku îro bi yekxistina hêza Pêşmergeyê Kurdistanê û bi dawî anîna dabeşbûna gelek salan dest pê kir.

Serok û Pêşmergeyê Kurdistanê Cenabê Serok Barzanî…

Em hemû şahidê wê yekê ne, ku ev roja mezin û gihîştina bi vê armanca bilind, berhema dîtina kûr û hewldanên cenabê we û wê bingeha xurt e ku bi salan e ji bo bi niştimanîkirina hêza Pêşmerge û çaksaziya bingehîn di saziya leşkerî ya Kurdistanê de we daniye.

Di vê roja dîrokî de, pîrozbahiyê pêşkêşî hemû fermande û Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê dikin, Pêşmerge dîrokeke zindî ya tijî destan, bexşîn û cangorîkirin e, lewra hêjayî wê bûn ku îro di bin yek sîwana niştimanî de werin yekxistin.

Em li diyasporayê bi rêz û şanaziyeke mezin li vê yekîtiya dîrokî dinêrin, ev gava mezin pêgeha dîplomasî û navdewletî ya Kurdistanê gelek bi hêztir dike, Kurdistaniyên diyaspora jî wek her car piştevanekî xurt û dengekî wêrek yê vê destkefta nîştimanî dibin, ji ber ku armanca me ya ku ji dîtina Cenabê Serok Barzanî çavkanî girtiye yekîtî û yekrêziya Kurdistaniyan e.

Silav li giyanê pak ê şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê ku giyanê xwe bexşîn ta ku îro berhema yekrêzî û yekgirtinê biçînin.

Silav li Pêşmergeyên qehreman, parêzerên rasteqîn ên keramet û axa niştiman.

Şefa Barzanî
Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî
21ê Îlona 2026

___

Agahdarî Ji Bo Kurdên Li Derveyî Welat, Endam û Alîgirên Konfederasyona Revenda Kurdistanî

KDC

Sûdên Bisiklêtê (Duçerx)

KDC

Şîfa Barzanî bi amadebûna Wezîra Derve ya Norwêcê ligel Kurdistaniyên diyasporayê civiyaJa

KDC