KDC

Kurdekî Şinoyî Hatiye Desteserkirin

Hevwelatiyekî xelkê Şinoyê ji alîyê Hêzên Îranê ve hatiye girtin, ber bi cihekî nediyar ve hatiye birin û sedema girtina wî jî nehatiye aşkere kirin.

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê, Hêzên Îstîxbarata Şinoyê roja Yekşema 19ê Îlona 2021an welatiyekî bi navê Hesen Qûdretî yê 45 salî girtine.

Li gor çavkaniyekî, ew bêyî nîşandana belgeyên dadwerî, di dikana xwe de hatiye girtin û bo yek ji zindanên Urmiyeyê hatiye veguhestin û sedema girtina Hesen Qudretî ne zelal e.

Hêjayî gotinê ye ku Hesen Qudretî zewicî ye û bavê 5 zarokan e.

___

Berî 96 salan Şêx Seîd Efendî û 46 hevalên wî li Diyarbekirê hatin şehîdkirin

KDC

Tevî peymana Brîtanyayê ya bi Rûanda re, koçber di nava herikînekê de diçin wî welatî

KDC

Federasyona Navneteweyî ya Zimanê Kurdî kongreya xwe ya yekemîn li Almanyayê li dar dixe

Karzan