KDC

Kurdekî Şinoyî Hatiye Desteserkirin

Hevwelatiyekî xelkê Şinoyê ji alîyê Hêzên Îranê ve hatiye girtin, ber bi cihekî nediyar ve hatiye birin û sedema girtina wî jî nehatiye aşkere kirin.

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê, Hêzên Îstîxbarata Şinoyê roja Yekşema 19ê Îlona 2021an welatiyekî bi navê Hesen Qûdretî yê 45 salî girtine.

Li gor çavkaniyekî, ew bêyî nîşandana belgeyên dadwerî, di dikana xwe de hatiye girtin û bo yek ji zindanên Urmiyeyê hatiye veguhestin û sedema girtina Hesen Qudretî ne zelal e.

Hêjayî gotinê ye ku Hesen Qudretî zewicî ye û bavê 5 zarokan e.

___

Şifa Barzanî serdana Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir

Xelan

Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya seredana Komela Kulturê Kurdî li Bajarê Solingen kir.

Harmn

Fransayê 272 Koçber Rizgar Kirine

KDC