KDC

Erdogan li Emerîkayê basa pirsa Kurd li Turkiyê dike

Di roja dawî ya sardana xwe de jibo Newyorka Emerîkayê, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê pirsa Kurd de axivî ku van rojan bûye rojeva siyaseta Tirkiyê û got: “Li Tirkiyê pirsa Kurd tune, me ji mêj ve ev pirs çareser kir û qedand.”
Erdogan ji rojnamevanan re axivî û li ser pirsa Kurd ku ji aliyê Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu û Parlamenterê Wanê yê HDPê Sezai Temelli ve hatibû rojevê, got: “Li Tirkiyê pirsa Kurd tune, me ji mêj ve ev pirs çareser kir û qedand.”
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu berî niha ragihandibû ku cihê çareserkirina pirsa Kurd parlamento ye û ew ê pirsa Kurd li gel Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çareser bikin.
Piştî van gotinên Kemal Kiliçdaroglu pirsa Kurd careke din bû rojeveke germ a siyaseta Tirkiyê û nîqaş li ser “muxatab kî ye?” rawestiyan.
Ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve li ser vê nîqaşê helwestek diyar nebûbû, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li New Yorkê li ser vê mijarê axivî û helwesta xwe eşkere kir.
Tê zanîn di dema vê dawiyê de şandeke CHP sardana herêma Kurdistanê kir û hevdîtinek ligel serok Mesûd Barzanî û hejmareke berpirsên Kurdistanê pêkanîn, û bi awakî berçav basa pirsa Kurd bi giştî û li Tirkiyê bi taybetî hate kirin, û ev gav û daxuyanî yên CHP bûne cihê cimûcoloyê di dema vê dawiyê de.

___

Çalakiyên meha 03 a sala 2023 yên konfederasyona revenda Kurdistanî û navenda revenda KurdistanîÇalakiyên meha 03 a sala 2023 yên

KDC

Brîtanya : Dîroka karantîna ya ji bo ew kesên ku bi temamî vaksîn wergirtine hate ragihand

KDC

Jan Dost Li Kurdistanê Xelat Wergirt

KDC