KDC

Li Swêdê Semînerek Li Ser Kîmyabarana Helebceyê Hate Lidarxistin 

Semînarek bi minasebeta 34 saliya kîmyabarankirina Helebceyê li Stokholm a Swedê bi hevkariya Konfederasyona Revenda Kurdistanî hate li dar xistin.

Li Stockholma Swêdê di 34emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê di saet 18:00 heta 20:00an semînerek hate lidarxistin.

Di semînerê de nûnerên partiyên Swêdê û Kurd amade bûn û Wezîrê Karên Çandê yê Partiya Sosyal Demokrat axaftinek kir. Her wiha endamên parlementoyê ji Partiya Lîberal, Partiya Çep, Partiya Jîngeparêzitê û Partiya Muhafezekar jî beşdar bûn.

Serokê Federasyona Komeleya Kurdistanê Kovan Amedî û Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Îsmaîl Kamil di axaftinên xwe de diyar kirin ku divê roja kîmyabarankirina Helebceyê bibe roja qedexekirina çekên kîmyewî.

___

Li Elmanya û Swîsreyê bahoz bu

KDC

Komela Rewşenbîrî ya Kurdî li Münster Roja Cîhanî ya Jinê bibîr tîne ..

Harmn

Washington: Navenda Rewanda Kurdistanî xwepêşandanek li dijî Îranê li dar xist 

KDC