KDC

UNICEFê Ji Bo Rewşa Zarokên Iraqê Hişyarî Da

Unicefê ji ber rewşa zarokên Iraqê xemgîniya xwe anî ziman û got ji her 5 zarokên Iraqê 4 zarok li dibistanê û li malê rastî êşkenceyê tên.

UNICEFê li ser rewşa zarokên Iraqê hişyarî da û di daxuyaniyê de diyar kir ku ji her 5 zarokan 4 ji wan li malê an jî li dibistanê rastî êşkenceyê tên. Bang li Hikûmeta Iraqê kirine ku kesên ku sûcên bi vî rengî dikin bibine dadgehê.

Ev daxûyanî piştî wê vîdeoya roja Pêncşemê li ser medyaya civakî hate weşandin ku tê de bavekî Iraqî bi tundî êşkence li zarokê xwe dike.

Piştî belavbûna vîdeoyê, ofîsa Serokwezîr Mistefa Kazimî ragihand ku derbarê wî bavî de biryara girtinê hatiye dayîn.

___

Hêzeke hevbeş ji Pêşmerge û Arteşa Iraqê tê pêkanîn

KDC

Navenda Revenda Kurd Sersaxî Ji Malbata Profesor Nadir Nadirov Re Xwest

KDC

Berpirsekî Bilind: Rewşa Swêdê Metirsîdar E

KDC