Bi boneya bidestxistina bawernameya bilind a firokevaniyê li welatê Norwêcê û bilindkirina Ala Kurdistanê, Şefa Barzanî, Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Nivîsîngeha Diyasporaya Baregeha Barzanî, di peyamekê de pîrozbahiyê li Cûdî Hêriş Teyar kir ku ciwanekî xelkê Pîrmamê ye.
Di peyamê de, Şefa Barzanî bidestxistina bawernameya hêja ya firokevaniyê ji aliyê wî ciwanî ve bilind nirxandiye û wek destkeft û cihê şanaziyê ji bo malbata wî, xelkê qezaya Pîrmamê û hemû gelê Kurdistanê û diyasporayê li derveyî welat wesif kiriye.
Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî bal kişandiye li ser wê yekê, bilindkirina Ala Kurdistanê di kêliya tomarkirina vê serkeftinê de, belgeyeke zelal û bêguman e li ser peywendiya kûr a ruhî û dilsoziya ciwanên xwedî şiyan bo ax û niştimana xwe li her cihekê cîhanê bin, hevdem hêviya berdewamî û serkeftina zêdetir jê re xwestiye.
Bawernameya ATPL wek bilindtirîn asta destûra firokevaniya sivîl tê hesibandin li cîhanê ku rê dide firokevan wek kaptan di hêlên asmanî yên bazirganî de kar bike, bidestxistina vê bawernameyê li welatekî pêşketî wek Norwêcê, di dirêjahiya wan serkeftinên zanistî û pîşeyî de ye ku ciwanên Kurd ên diyasporayê li welatên rojava bi dest dixin û di wê çarçoveyê de jî Nivîsîngeha Diyasporaya Baregeha Barzanî berdewam piştgiriya xwe bo şiyan û jêhatîbûnên Revenda Kurdistanî dubare dike.
Naveroka peyamê:
Birêz Kak Cûdî Hêriş Teyar
Bidestxistina bawernameya hêja ya (ATPL) di warê firokevaniyê de li welatê Norwêcê, ji aliyê we ve bilind dinirxînin û destxweşî û pîrozbahiyê li we dikin.
Ev destkeft ne tenê cihê şanaziyê ye bo malbata we ya birêz û xelkê serbilind ê qezaya Pîrmamê, belku sermayeyekî biqîmet û şanaziyeke mezin e bo hemû gelê Kurdistanê û Revenda Kurdistanî li derveyî welat.
Dîmena bilindkirina Ala pîroz a Kurdistanê di kêliya tomarkirina vê destkeftê de, nîşanek zelal û belgeyeke bêguman e li ser peywendiya kûr a ruhî û wefadariya ciwanên xwedî şiyan bo ax û niştimana xwe, li her cihê vê cîhanê bin.
Careke din pîroz be û her tim serbilind û di serkeftinê de we bibînim.
Di gel rêzên me.
Şefa Barzanî
Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî
10-ê Cotmeha 2026


