KDC

Nivîskareka Kurd Xelata Pirtûka Almanî ya 2026ê bi dest xist.

Xanimeka nivîskar a Kurd a xwedî nasnameya Almanî, Xelata Pirtûka Sala 2026ê ya welatê xwe bi romana “Die Lücken” (Valahî) bi dest xist.

Bazyar di sala 1988an de li Hermeskeil a Almanyayê ji dayik bûye û dê û bavê wê ji parêzgeha Îlama Rojhilatê Kurdistanê koç kirine. Wê xwendin û nivîsîna edebî li Zanîngeha Hildesheimê temam kiriye.

“Die Lücken” dîroka 90 salî ya civakeke xeyalî li warê nivîskarê, Hermeskeil, vedibêje û bi taybetî diçe nav rabûriya Naziyan û balê dikişîne ser wê yekê ku çawa bîranînên sirgûnkirin û kuştina niştecihên Cihû di nav civakê de veşartî mane.

Bazyar berê bi romanên “Nachts ist es leise in Teheran” û “Drei Kameradinnen” hatiye naskirin û gelek xelatên edebî bi dest xistine.

___

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke parlamena Kanadayê kir

Karzan

Elmanya û biryara qedexekina tiştên Bilastîk

KDC

Hewraman di lîsta kelepûrên UNESCO de hate tomar kirin

KDC