KDC

Îranê Kurdekî Din Bi Êşkenceyê Kuştiye

Ciwanekî Kurd ê ji eyaleta Îlamê ku ev çend roj in li Tehranê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve dihate girtin, ji ber lêdan û êşkenceyê jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê, roja Pêncşema 23ê Îlonê, li girtîgeha Feşafûyê, xortê bi navê Emîr Hisên Hatemî yê 22 salî yê ji Îlamê di êşkenceyê de hatiye kuştin.

Li gor çavkaniyekî, Emîr Husên Hatemî li bazareke Tehranê dixebitiya û berî çend rojan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve ji ber şer û pevçûnê bi welatiyekî din re hatiye girtin û bo girtîgeha Feşafû ya Tehranê hatiye şandin û piştî çend rojan bi lêdan û eşkenceyê hatiye kuştin.

___

Duyemîn civîna Rêxistina Doktorên Kurdistanê li Dîasporayê pêk hat

KDC

Talîban Li Efxanistanê Mîrîtiya Îslamî Radigihîne

KDC

Serokê Nû Yê Hikûmeta Afganistanê Hate Destnîşankirin

KDC