KDC

Li Almanyayê Ji Ber Kuştina Koçberan Lêpirsîn Li Ser Hinek Leşkeran Hatiye Destpêkirin

Li Almanyayê li ser çend leşkerên kevn bi gumana ku di dema lêpirsînê de çek û alav bikaranîne û koçber kuştine lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Dozgerên bajarê Lanberg a Almanyayê, bi gumana ku bi plan çend koçber kuştine, li ser çend leşkerên kevn lêkolînan dike.

Kovara Spîegel da xuyakirin ku komek ji leşkerên sporê yên li herêma Saksonyayê ku hejmara wan 9 leşkerên berê yên artêşa Almanyayê ne û temenê wan di navbera 37-53 salî de ye, bi gumanên rêberî û endamtiya komeke çekdar hatine girtin.

Berdevkê Dozgerê Giştî ji kovarê re got, ew koma di nav artêşa Almanyayê de guman li ser hene ku rik û dijminatiyê li koçberan dikin.

Di meha Îlonê de li Eyaleta Saksonya Jêrîn, Nor Dînî, Vestfalya û Berlînê lêgerîn hatibû kirin û di encamê de çek, alav û amûr hatibûn desteserkirin. Di lêkolînan de diyar bû ku alîgirên îdeolojiya rastgir a tundrew, ji aliyê leşkerên berê yên Almanyayê ve hatiye bikaranîn.

Di raporê de nehatiye diyarkirin lê tê zanîn ku wan leşkerên Alman çend koçber kuştine.

Çavkanî: Novusti

___

Cerdevanên peravê yên Yewnanîstanê bi sedan koçber vegerandin Tirkiyeyê 

KDC

Endamê komîteya rêveber û nûnerê konfedrasiyona soviyêta berê gotinên rêxistina Diyakurd red kir .

KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanî Li Ser Biryara Dadgeha Bilind Peyamek Weşand 

KDC
KDC

FREE
VIEW