KDC

Joe Biden: Êrîşa Tirkiyeyê Ya Ser Rojavayê Kurdistanê Ji Bo Amerîkayê Xetere Ye

Amerîka êrîşa Tirkiyê li dijî herêmên di bin kontrola Kurdan de li Sûriyeyê wekî êrîşa li dijî ewlehiya Amerîkayê dinirxîne û ev yek Tirkiyeyê hêrs dike.

Piştî ku wek terorîst nîşandana ‘GurênBoz’ li Amerîkayê, Tirkiyeyê nerazîbûna xwe diyar kir. Serokê Amerîkayê got ku êrîşên leşkerî yên Tirkiyeyê bo ser deverên di bin kontrola hêzên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê de metirsiyê li ser aramî û ewlekariya deverê çêdikin û jiyana zarok û sivîlan jî dixe metirsiyê. Her wiha rasterast ewlekariya Amerîkayê jî dixe metirsiyê.

Joe Biden di nameyekê de ji rayedarên Kongreyê û Senatoyê re bi munasebeta dirêjkirina rewşa ne asayî li Sûriyeyê ragihand ku kiryarên Tirkiyeyê li herêmên di bin serweriya hêzên Kurdî de wêranker e û dûrî hemû rêgez û prensîban e.

Biden di nameya xwe ya li ser malpera Qesra Spî de bal kişand ser kiryarên Tirkiyeyê li Rojavayê Kurdistanê û qala êrîşên leşkerî yên ku jiyana sivîl û zarokan dixe metirsiyê û got her wiha li hember hewldanên tunekirina DAIŞê û hêzên din ên tundrew jî dibe asteng.

___

Pêşmergeyên Demokrat Dirona Îranê Xistine Xwarê

KDC

Navenda Hannover û Kurdistaniyên li Folsborgê semînerek saz kirin

nusar1

Li Almanyayê barana zêde dibe sedema lehiyê..!!

KDC
KDC

FREE
VIEW