Îro Sêşem, 14ê Tîrmeha 2026an, Festîvala Dengê Jinan, Arşîva Dengê Kurdî û Asoyên Din, di çarçoveya Festîvala Navneteweyî ya Space 21 de li hola Café Oto li bajarê Londonê dest bi karên xwe dike.
Ev bûyera hunerî ku ji aliyê Herdî Kurd, hunermend û muzîkjenê kurd ve wek hewldaneke bibandor û kûr hatiye wesfandin, ronahiyê dixe ser dewlemendtirîn aliyê nasnameya çandî ya me, ku ew jî deng, stran û dîroka devkî ya jinên kurd e li hemû parçeyên Kurdistanê.
Bo heyama du rojan, festîval dibe pireke ruhanî û çandî di navbera bîranînên rabirdû û nifşê nû de. Bernameya vê kombûna hunerî ji xebata li ser wan tomarên dîrokî yên ku rastiya jinên kurd parastine pêk tê, ligel lidarxistina gotûbêjên vekirî di navbera lêkolîner, arşîvparêz û hunermendan de. Herwiha komek belge, wêne û materyalên dengî yên kêm-dîtî tên nîşandan û bi rêya çendîn performansên nûjen, bîranînên kevin bi zimanê muzîka modern û hevçerx ji nû ve tên vejandin.
Armanca vê destpêşxeriyê, ne tenê nîşandana arşîveke kevn e, lê belê afirandina dîrokeke rastîn e ku tê de jinên kurd bi xwe dibin leheng û vegêrên çîrok, êş û hêviyên xwe. Bi rêya pêvajoya guhdarîkirina kûr û têkelkirina çavkaniyên arşîvî bi hunerê pêşketî, festîval kar dike da ku dengê jinên kurd di navendên çandî yên cîhanî de bi hêz û zindî bimîne û bibe çavkaniyek ji bo fêrbûn û lêkolîna nifşên paşerojê.

