KDC

Cezaya Girtîgehê Li Du Kurdên Ûrmiyeyî Hatiye Birîn

Du Kurdên Ûrmiyeyî ku sala borî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn girtin, her yek ji wan ji aliyê dadgeha Îranê ve bi 7 salan hatine mehkûmkirin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê di rojên borî de 2 welatiyên Ûrmiyeyî yên bi navê Kamîl Cebarûnd û Enwer Çalşî ji aliyê şaxê yekema Dadgeha Ûrmiyeyê ve bi cezaya girtîgehê hatine mehkûmkirin.

Li gorî çavkaniyekî ev ceza bi tawana hewldan li dijî ewlekariya neteweyî bi rêya endamtiya Partiya Demokrata Kurdistanê ya Îranê li ser wan hatiye sepandin.

___

Parlamentoya Swêdê bawerî bi hikûmetê anî

KDC

Konfederasyon û Navenda Rewanda Kurdistanî bi boneya roja şehîda Keldaniyan Şerîa Aşûrî peyamek weşand

KDC

Nehemîn salvegera referandûma Kurdistanê li Kopenhagê hate pîrozkirin

Xelan