KDC

Daxwazeke Navenda Revenda Kurd Ji Partiyên Kurdistanî Heye

Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt pîrozbahî li partiyên Kurd û Kurdistanê dike ji ber dawî hatina hilbijartinên pêşwext yên parlementoya Iraqê û daxwaz ji aliyên Kurdistanî dike ku bibin yek û li Bexdayê bibin yekdeng da ku mafên destûrî bi dest bixin.

Pîrozbahî:

Pêvajoya hilbijartina pêşwext a parlamentoyê bêyî ti bûyeran bi dawî hat û gelê Kurdistanê û tevahiya aliyên siyasî serkeftî bûn. Ev serkeftin şanazî ye ji bo hemû aliyan û neteweya me.

Bi vê minasebetê em wek Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt pîrozbahiyên xwe pêşkêşî partî û aliyên siyasî yên Kurd û Kurdistanê dikin. Divê Kurd bi yekdengî û yek helwest û yekrêzî biçine Bexdayê û ji bo bidestxistina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bi hev re bixebitin û dev ji nakokiyên navxwe berdin.

Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt

11.10.2021

___

What the flat repo rate means for buyers, sellers and owners

kurdish dc

Peyama Konfederasyona Dîasporayê Kurdistanî ji bo Cejna Rojiyên Êzî

Harmn

Bi Gulebarana Hêzên Îranê Zarokek Birîndar Bûye

KDC