KDC

Li Osloyê bîranîna 12 saliya jenosîda Kurdên Êzdî tê kirin

Navenda Çanda Kurdî li Osloyê, merasîmeke cemawerî ya berfireh ji bo bîranîna 12 saliya komkujiya Kurdên Êzdî li ber avahiya Parlemana Norwêcê rêk dixe.

Ev çalakî wek wefayekê ji bo qurbaniyan û derbirîna hevxemiyê ji bo rizgarbûyên vê karesata mirovî tê lidarxistin û tê de peyama rûbirûbûna li dijî rik, kîn û bişaftinê ji bo civaka navneteweyî tê dubarekirin.

Merasîm roja duşemê, di dîroka 3yê Tebaxa 2026an de, saet 18:00ê êvarê dest pê dike û heta demjimêr 19:30ê berdewam dike, cihê kombûn û merasîmê li qada ber Parlemana Norwêcê (Stortinget) li navenda bajarê Osloyê ye.

Rêkxerên merasîmê tekez li ser wê yekê dikin ku bîranîna rabirdûyê, bingehekî sereke ye ji bo avakirina paşerojeke geştir û parastina aştî û dadperweriyê.

Ev bîranîn bi dirûşma “Em her tim bi bîr tînin, bi hev re radiwestin û qet karesatan ji bîr nakin” tê lidarxistin, Navenda Çanda Kurdî li Osloyê daxwazê ji hemû aliyan dike ku beşdarî vê merasîmê bibin, da ku bi hev re dengê mezlûmiyeta Kurdên Êzdî bigihînin cîhanê û tekezê li ser bingehên mirovahî û pêkvejiyanê bikin.

 

Karzan Haidar

[email protected]

https://www.facebook.com/karzan.haedar.7

___

Hewlêr: Tahir Hewramî jiber pênc salên referandoma serxwebûnê beşdarî panela ansîklopediya PDKê dibe

KDC

konfederasyon û navenda Rewanda Kurdistanî beşdarî semînara salvegera referanduma serxwebûnê bûn

KDC

  Dla Mûrad: Ji bo danasîna bajarên Kurdistanê bi hev re me ev pirtûk çap kir 

KDC