KDC

Ji Ber Erdogan Nirxê Lîreyê Daketiye Asta Herî Nizm

Bi destwerdaneke nû ya Serokê Tirkiyeyê li ser karên banka navendî, nirxê lîreyê Tirkî daket asta herî nizm.

Rojnameya Sabahê ragihand ku Erdogan sê endamên komîteya siyaseta bankaya navendî ji kar dûr xistiye û du endamên nû û cîgirê parêzvaniya bankaya navendî erkdar kir.

Piştî belavbûna nûçeyê pêşî li lîreyê Tirkî nikaribû girtin û nirxê 100 dolarî gihîşt 918 lîreyî.

Ji ber destwerdana Erdogan a berdewam di karûbarên banka navendî de, lîreyê Tirkî ji destpêka îsal ve ji sedî 19 nirxê xwe winda kiriye.

___

Peyama Konfederasyona Revenda Kurdistanî Li Ser Peymana Cezayîrê 

KDC

Mela Bextiyar li Holandayê behsa rewşa Rojhilata Navîn û Kurdistanê li du rêyana guhertinan de kir

Karzan

Joe Biden Li Ser Dosyeya Pandorayê Axiviye

KDC