KDC

Saman Sîweylî: Cara Yekemîn E Wê Ji Bo Kurdên Li Derve Projeya Fêrkirina Zimanê Kurdî Ji Aliyê Wezareta Perwerdehiyê Ve Bê Dayîn


 
Berdevkê Wezareta Perwerdeya Herêma Kurdistanê dibêje projeya fêrkirina zimanê dayikê bo zarokên li derveyî welêt ji alîyê Navenda Revenda Kurd ve bo wezaretê hatiye pêşkêşkirin û wan jî bi dilxweşî û girîngî li ser vê projeyê dixebitin.

Berdevkê Wezareta Perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Saman Sîweylî di hevpeyvîneke taybet ya bi Revend Radyo de behsa projeya fêrkirina zimanê Kurdî kir ku ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ve tê birêvebirin û wezîr jî piştevanîya wê dike. Şandeke Navenda Revenda Kurd serdana wezîrê perwerdeya Herêma Kurdistanê kir û bernameyek li ser fêrkirina zimanê Kurdî ji bo zarokên Kurd li seranserî cîhanê da û wezîrê perwerdeyê jî bi kêfxweşî proje qebûl kir.
Diyar kir, ji ber ku berî niha navendeke wisa nebû ku projeyeke wisa pêşkêşî wezaretê bikin. Dûriyeke me hebû bo Kurdên li derve, nemaze di warê perwerdeya zimanê dayikê de. Niha ku Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt ev proje anî û em jî wek wezareta perwerdehiyê bi girîngiyeke mezin li ser vê yekê dixebitin.
Her wiha destnîşan kir ku Navenda Revenda Kurd bi rêya malpera xwe ji bo malbatên Kurd ên li derveyî welêt dijîn derî vekiriye da ku navên zarokên xwe qeyd bikin.

Link

___

Peyama pîrozbahiyê ya Şefa Barzanî, Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî bi boneya yekxistina hêza Pêşmerge

Karzan

Lêkolînek: Alman Ji Penaberan Ditirsin

KDC

Federasyona Swîsreyê beşdarî salvegera koça dawî ya Dr. Nûredîn Zaza bû.

Harmn