KDC

Karkerek Bi Mayinê Birîndar Bûye

Welatiyekî ji Selas a Bawecanî dema li bajarokê Bestûnê dixebitî di encama teqîna mayinekê de birîndar bûye.

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê, sibeha 19ê Cotmeha 2021an li bajarokê Bestûn a Kirmaşanê di encama teqîna mayinekê de karkerê bi navê Aram Ehmedî ê 28 salî yê ji gundê Zikmanî yê Selas a Bawecanî birîndar bûye.

Aram Ehmedî zewicî ye û ji ber birînên wî yên giran rakirine Navendeke Dermankirinê ya Kirmaşanê û bi biryara bijîşkan divê lingê wî yê çepê bê jêkirin.

___

Navenda Rewanda Kurdistanî-London beşdarî xwepêşandanê bû 

KDC

Li Hmaburgê 12mîn festîvala filimê Kurdî bidawî hat

KDC

Bernî yê Swîsreyê cara duyemîn pêşwaziya însiyatîfeke siyasî ya ji bo avakirina parlamenta penaberan kir 

KDC
KDC

FREE
VIEW