KDC

Serokê Brezîlyayê Bi Mirina Dehan Hezar Welatî Tê Sûcdarkirin

Endamekî Encûmena Pîran a Brezîlyayê çavdêrîya lêkolînekê dike li ser çawaniya rûbirûbûna hikûmeta wî welatî bi qeyrana Koronayê re, ku tê de serokê Brezîlyayê berpisyarê mirina bi dehan hezaran kesên bi enfekte bûye.

Senator Reinan Caliros, di lêkolîneke ji 1200 rûpelî de eşkere kir ku şaşitiyên Serokdewletê Brezîlyayê Jayer Bolsonaro rê li ber mirina gelek êşên koronavîrûsê û şensê destpêkê yê wergirtina derziyan ji dest daye û di encamê de bi qasî 95 hezar kesan mirine.

Lê Serokê Brezîlyayê sûcdariyan red dike û diyar kiriye ku li pişt wî armanceke siyasî heye û got, “Lêpirsîn pêkenokek e û ez di vê mijarê de serê xwe naêşînim.”

Tê plankirin ku senatoya Brezîlyayê vê hefteyê pêşnûmeya lêpirsînê bide dengdayînê, lê diyar e ku wê bê redkirin an jî guhertin.

Ev yek di demeke wisa de ye ku serokê Brezîlyayê li ser vîrûsa Corona di Adara sala par de ragihandibû ku dijminên siyasî û medyayê bi vîrûsa Coronayê ku ji ya xwe zêdetir mezin bûye hatine tawanbarkirin û Corona ne tiştek e, tenê weke sermayeke biçûk e.

___

Şanda Konfedresyona Rewanda Kurdistanê serdana Serokatiya Herêma Kurdistanê kir 

KDC

Rêxistina Kangayê Ji Bo 8ê Adarê Peyamek Weşand 

KDC

Serdana Wezîrê Avakirin û Niştecihkirina Herêma Kurdistanê bu Almanya

KDC