Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Rêzdar / Serok û Lêvegerê Kurdistanê Serok Barzanî
Bi xem û kovaneke mezin ve nûçeya koça dawî ya birayê mezin ê malbata we ya têkoşer, kesayetiyê diyar û niştimanperwer, Xwedê jê razî (Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî) gihîşte me.
Xwedê jê razî wek neviyê rêberê mezin ê niştimanî û olî, Şêx Ebdulselam Barzanî, di jiyana xwe de nimûneya herî bilind a Xwedêperestî, dîndariyê û qencîxwaziyê bû, koça dawî ya vî kesayetiyê mezin xemeke giran û xisareteke niştimanî ye.
Bi navê Konfederasyona Revenda Kurdistanî ve, sersaxî û hevxemiya xwe ya kûr pêşkêşî cenabê we û hemû malbata we ya bilind û têkoşer a Barzanî dikin, ji Xwedayê mezin dixwazin ku canê pak ê koçkirî bixe bin siya rehma xwe û bi behişta xwe ya fireh şad bike, hêviya aramî û hedarê jî ji bo cenabê we û kesûkar û dostên Xwedê jê razî dixwazin.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Konfederasyona Revenda Kurdistanî
5ê Îlona 2026

