KDC

31 Penaberên Iraqî Di Kamyonekê De Hatine Dîtin

Polîsê Alman 31 Iraqî li nêzî sînorê Elmanya-Polonyayê li Mecklenbûrg-Vorpomernê dîtine ku di kamyonekê de bûn û hatin girtin. Polîsan roja Şemiyê gotin ku penaber 2 jin, 19 mêr û 10 zarok in û rewşa wan a tenduristiyê nebaş e.

Polîsên Alman ragihandin ku zarokan pêlavên şil li xwe kirine û lingên zarokan bi alîmînyumê pêçayî bûne û birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya polîsan , wan penaberan gihandine navenda polîsan a Pasvalkê.

Kamyona Polonî li devera Vorpomern-Griffswaldi ya Blancens bi rê ketiye û sibeha Şemiyê ji hêla polîsên federal ên bajarê Bok ve hatiye girtin, şoforê kamyonê 34 salî bûye.

___

Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi tundî hêrîşa li ser Mir Hazim Tahsîn Beg li Berlînê şermezar dike.

Harmn

Jinek Kurd wê bike hikûmeta Swêd pêkbê

KDC

Nûnerê konfederasyona rewanda Kurdistanê li gel rêvebirê karûbarên giştî yê balyozxaneya Iraqê li Waşintonê civiya 

KDC