KDC

Encûmena Ewlekariyê Wê Li Ser Mijara Koçberan Bicive

Yekîtiya Ewropayê li ser bersiva tund a Belarûsê ya li ser krîza koçberan, biryar hate dayîn ku Encûmena Ewlekariyê wê li ser vê mijarê civîneke lidar bixe.

Serokê Encûmena Ewropayê Charles Mîchael diyar kir ku ew ê bersiveke tund bidin Belarûsê û qedexeyê daynin firokeyên welatên ku koçber veguhestine.

Di heman demê de Ajansa Reutersê ragihand ku Encûmena Ewlehiyê ya Navneteweyî dê roja pêncşemê civîneke girtî li dar bixe da ku mijara koçberên li ser sînorên Belarûs û Polonyayê nîqaş bike û çareseriyeke guncaw bibîne.

Nêzikî mehekê ye gelek kesên ku ji welatên Rojhilata Navîn hatine Belarûsê bi hêviya xwe gihandina Ewropayê û piştî wergirtina vîzeyê bi pereyan, hatine asteng kirin.

Gelek kes niha li ser sînorê Belarûsê asê mane û Polonyayê sînorê xwe girtiye û hêza leşkerî li wir bicîh kiriye û ne diyare wê çarenûsa koçberan ber bi ku ve biçe.

___

Hikûmeta Herêma Kurdistanê; Qanûn û Rênimayên Taybet Ji Bo Parastina Azadiyên Takekesî Hene

KDC

Wê Cezaya Girtîgehê Li Çalakvanekî Kurd Bê Birîn

KDC

Li Silêmaniyê Kurdekî Ji Bakurê Kurdistanê Hatiye Birîndarkirin

KDC