KDC

Amerîkayê, Tîmeke Îtlaatê Tawanbar Kiriye

Dadgeheke Amerîkî tîmeke îstixbarata Îranê bi plankirina revandina xelkê xwe yê li derve û bi spîkirina pereyan tawanbar dike.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihand ku tîmeke îstixbarata Îranê bi serokatiya Elî Raza Farahanî û çend kesên bi navên, Mehmûd Xezeîn, Kiya Sadiqî û Omîd Nûrî bi hewldana revandina rojnamevan û dijberên Îranê li derve û bi taybet li Amerîka û Brîtanyayê tên tawanbarkirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Xezîneyê ya DYAyê, Alî Raza Farahanî û ekîba wî ya îstîxbaratê ev salek e plan dikin ku Mesîh Elî Nejadyan birevînin û bi rêya Venezûelayê wî bibin Îranê.

Wezîrê Karên Derve yê Dyayê Anthony Blinken di bersiva xwe ya li ser gemaro xistina 4 kesên Îranî de got, “Her kes û her welatekî ku hewl bide mûxalîfên rejîma xwe ên li DYA bikuje yan jî birevîne, wê ji aliyê DYAyê ve neyê qebûlkirin û wê cezayên giran li wan bibirin.’’

___

Navenda Düsseldorfê Kongreya Xwe li Dar Xist

nusar1

Navenda Revenda Kurdistanî li Düsseldorf Kongreya Xwe Pêkanî

KDC

Navenda Revenda Kurd Li Siwêdê Serdana Ofîsa Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Li Swêdê Kir

KDC