KDC

Awûstûryayê Li Ser Coronayê Biryarên Nû Girtiye

Ev pêngav, ji bilî çalakiyên bingehîn ên weke kar, danûstandin, meş, derzîlêdan asteng dike.

Desthilatdar bi fikar in ku karmendên nexweşxaneyê nikaribib bi zêdebûna enfeksiyonên Coronayê re serî derkevin.

Serokwezîrê Awusturyayê Alexander Shalenberg roja Yekşemê li Viyanayê ji rojnamevanan re axivî û got: “Karê me wekî hikûmet parastina gel e, ji ber vê yekê me biryar daye ku ji roja Duşemê ve qedexeyê daynin.”

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Awûstûryayê, girtin wê bandorê li nêzî 2 mîlyon mirovên li ji nav 8,9 mîlyonan bike.

Ev biryar wê ji bo zarokên ji 12 salî kêmtir, yên heta niha bi awayekî fermî nekarîne derziyê li xwe bidin, derbas nebe.

Schillenberg diyar kir ku girtina destpêkê wê 10 rojan bidome û ji polîsan xwest ku belgeyên rêwiyan kontrol bikin.

Awûstûrya li Rojavayê Ewropayê xwedî yek ji rêjeya vaksînlêdana herî kêm e û bi tenê ji sedî 65ê nifûsê derzî li xwe dane.

___

Swêdê Penaberekî Xapînok Daye Dadgehê

KDC

konfederasyon û navenda rewanda Kurdistanê hevxemiya bûyera trajedîk ya Silêmanî ye

KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanî Kongreya Federasyona Nivîskaran KurdDîasporayê pîroz kir.

nusar1
KDC

FREE
VIEW