Roja 15ê mijdara 2026an, Şefa Barzanî, Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, bi boneya koça dawî ya mamê wî, peyameke sersaxiyê pêşkêşî Mûsa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir.
Naveroka Peyamê:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Birêz Kak Mûsa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî
Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya mamê we yê birêz gihîşt me.
Bi vê boneya xemgîn, sersaxî û hevxemiya xwe ya kûr pêşkêşî we yên birêz û tevahiya malbat, kesûkar, dost û nasên we yên birêz dikin û xwe bi hevparê xema we dizanin.
Ji Xwedayê mezin dixwazin ku giyanê koçkirî bixe ber dilovaniya xwe û bi bihuşta xwe ya fireh şad bike, û hedar û aramiyê bide we û hemû aliyan.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Şefa Barzanî
Serpereştiyarê Giştî ya Revenda Kurdistanî
15ê mijdara 2026an


